Kanî Yado

Îroj, 15 Gulan roja zimanê Kurdî ye. Jiyan bi Kurdî xweşe. Zimanê me him rûmeta me ye him jî resm û reng û dengê me ye.
Bi zimanê xwe, xwe nas bike û bi zimane xwe, xwe naskirin bide.
Eger mirov bi zimanê xwe bifikre bi zimanê xwe dipeyve, bi rengê Kurdayî jiyana xwe derbas dike.
Di jiyana Kurdan de Xeyal û xewn û evîn bi zimanê dayîkê xweş e. Eger mirov huner û edebiyata xwe bi zimanê Kurdî kar bîne şewqa wî di mêjî û dilê mirov de cîh digire. Ji binbîraxwe de siya reş paqij bikin ku, rûyê we sipî, jiyan û qedera we gul û behar be.
Zimanê Kurdan, ango Kurmancî, Sasakî, Soranî, Goranî hemû wek zımanê Farsî şêrînin. Her netewe bi zimanê xwe nas dibe. Her ziman ji boy gelê xwe pêwîste.
Bi giranî ziman, ax, dîrok û aborî bingeha dewleta neteweyî ye. Ji boy Kurdan avakirina dewleta neteweyî girînge. Kurd jî wek neteweyên cihanê, ji boy bextê neteweyî mafê xwe heye. Li ser bext û mafê gelan biryarên navnetewî hene.
Bê gel û ziman û welat netewe, bê netewe dewlet ava nabe. Bê avabûna dewleta Kurdîstanê li ser cihanê gelê Kurd bindest nine gelo?
Hinek rêzanên Kurdan hemberê proje ya avabûna dewleta Kurdîstan agahî didin, ne şerme gelo?
Mamosteyê delal İsmail Beşikçi jî her dem tine ser zimîn. Raste, gelên bê dewlet di cihanê de bindest û erzanin!
Em dizanin ku, pirsgêrekên gelan di civata navneteweyî de çareser dibê. Gelên bê dewlet endamê xwe civata navnetewî de temsîl nine, ango endamên kurdan bitenhayî ji dewlata Kurdîstanê pêdikane.
Dewlet ên cîhanê yê navnetewî jî wek civak her dem kom dibin û ji boy pirsgêrek ên gelan bîryaran digirin. Ji boy aştiya cihanê, derbarê pêşvaçûna perwerdeyî ya gelan û çand, aborî û zanistiya wan bîryar digirin. Bi vî awa, rewşa ki Kurd têdene çawa nav civata cihanê xwe bidin naskirin û pirsgêrekên xwe çareser bikin?
Bi rastî bi hevdîtina Kurdan û muxabeta Tırkan de pirsgêrekên Kurdîstanê nayê ser zimîn, çareserî bi hevdîtına îstîhbarata dewleta Tırkan çê nabe, bitenhayî pirsgêrekên şexsî û fermîne.
Çareserî ya perwerdeyî ya Kurdan bi zamanê Kurdî hevceyî ye. Bê ziman ê neteweyî Kurd pêşnakevin. Bi siyaseta beraz ên dewleta Tirkan, ji bo Kurdan çareserî ya pirsgêrekên Kurdan çê nabe.
Netewe jî wek mirov ger xwedîya kesitî ya xwe be. Kesitî ya netewe jî wek kesan, bi nave xwe, bi navê zimanê xwe, bîr û çand a xwe rizgar bikin. Bi vî rewşa, mirov dizane ku, netewe ya me nave xwe Kurd, welat navê xwe Kurdîstan e û Kurd bi ziman, çand û bi bîr a dirok a xwe heye.
Gel ê Kurd pêwîste ku, sazûmana perwerdeyî ava bike û zoroken xwe bi zimanê Kurdî perwerde bikin. Zarokên Kurdan bi zimanê Tirkî kesitî ya xwe wenda dikin. Bi vî awa bi tesîr a perwerde ya dagirkeran bê zar û bê ziman dimînin.
Binbîr a gelên bindest her dem bi nakokî ye. Astengî ne ziman e, astengî mirov bi xwe ye. Her dem mirov dikare zimanê xwe hîn be, ango mirov dikare hemberê nêt a dewlet a Tirk bi zimanê Kurdî zanistiyê de jî karbixîne û pêş bixîne.
Li Kurdîstanê de gel zimanek zelal nikare karbixîne. Nav axaftinan de peyvên biyanî gelek zêde ye. Di civînên siyasî de jî bi zimanê biyanî diaxifin, ew ne bi acêbe!
Bi milyonan Kurd nikarin bi zimanê Kurdî bipeyvin, binivîsin. Kurdên me ên Maraşî dibêjin “qêpî qapamişke” we ne bihîst?
Pewîste ku rêxistinên Kurdan li ser kar û bare ziman û çand û edebîyat a Kurdî jî bisekinin. KURD BI ZIMANÊ KURDÎ TÊ NASKIRIN.
Bê zimanê Kurdî mirov nabe Kurd, mirov dibe mirovek sivik, mirovek bê zar û bê ziman û bê nasname! Ango mirov dibe darek bê pel û bê kulîlk û bê gulî.
Zimanê me him rûmeta me ye him jî resm û reng û dengê me ye.
Xewn û xeyal û evîn bi zimanê dayîkê xweş e.
Eger mirov huner û edebiyata xwe bi zimanê Kurdî kar bîne şewqa wî di mêjî û dilê mirov de cîh digire.
Ji binbîra xwe de siya Kemalizmê paqij bikin ki rûyê we sipî, qedera jiyana we gul û behar be.
Tırk û Ereb û misyonerên olên wan mala me xirab kirin, aqil ji serê me girtin. Di mêjîyên me de qereqolên xwe ava kirin.
Ya Xudayê Mezin!
Bandûr û derewên Tırkên bêbext, li ser gelê me rake!
Mirov û mirovatî birîndarin. Zor û zordestiya li ser vijdanên mirovatiye rake ya Xudayê Mezin!
Nezanî û xizanî ne qedere! Çav hene nabînin, guh hene nabihîsin, mêjî heye aqil tune! Mirov bê îrade wek laşek mirîye. Jiyana wan tarîye. Bê zar û bê zimanin. Dilê wan tirse, devê wan bê kene. Navê wan Erebîye, paşnavên wan Tırkiye!
Ya Xudayê Mezin, ya Xwudayê erd û ezmanan! Ziman bike devê wan, dengê Kurdî bike guhên wan, aqil bike serê wan!
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.

banner376

banner375