Kanî Yado

Jiyan bi tenhayî ne siyaset e. Siyaset jî, bi tenhayî  ne jiyan e. Jiyan û ax û kar û bar û dar û ber, bi hevre mane ya meşa jiyandarî ye. Rast û çewt, wek siyaset û jiyana mirov bihevre dimeşin. Dîsiplîna Rêzanî û mirov ên rêzan jî  hevre dom dikin.

Siyaseta kevn ê sed salî ne bi gorî siyaseta nû ye. Siyaseta kevn, li ser sazûman a kevn û kevneperestî dimeşe.

Bi çi sedem generalên siyasetan bi zordarî înat dikin?

Azadî, bi îrade û rûmetên netewe ya Kurd pêwîste, bi bawerî û olên çölê û Kemalizmê mirov ji mirovatî der dikeve!

Dem dema azadî yê ye.  Sazûmanên zordestî ên rast û çep, ne hevdemî ye! Derdê wan çiye?

Bi sîmge yên Elî, Osman û Omar, Hitler û Kemal û Qaddafî û Saddam siyaset a koledarî û zordestî civak rizgar nabe!

Em îro bin zor û zordestî ya dagirkeran jiyana xwe dajon. Em şêranî ya welatê xwe ango welatê rojê nabînin!

Çima bedewî ya axa Kurdîstanê ket tariyê?

Bi rastî welatê me wek fîrdewsa ku, mêş û xalxalok û perperok li ser gûl û kulîlkan dimeşin, serê çiyan û deştan de newalên ava zelal û newalên şîr û hingiv diherikin...

Di demsala biharê û havînê de av a zelal ji berfên spî wek şîr a dayîkan, ji çiyan diqetin û diherikin.

Bedewî ya Kurdîstanê bi vî awa ye. Lê va belangazî û êş û hêstirên çavan çiye?

Kurd ketin dafên Ereb û Tırkan perîşan bûn. Wan bi ol û îdeolojî ya xwe ya fermî hiş ji serê me girtin, him jî ax û dewlemendiya me talan kirin.

Me, şerê herêma me de dîd ku, îro îdeolojiya fermî yê ereban û nijatparêzî ya Kemalîzmê bû êşa serê cihanê.

Dewletên cihanê,  boy sedema terorîzmê mexdûriyeta me dît. Îro her kes dizane ku, dewleta Tirk terora IŞÎD û terora bixwe avakirî ya hêzên teybet,  projeyên kûr ava dike û Kurd bi derewan  şermezarî nişan dide!

Em çima bi welatê xwe xwedî derdikevin?

Kurdîstan welatê me ye. Di welatê me de her demsal şêrînin. Sar û germ û hênîk, ewrî û sayî û barij û berfîn e.

Li Kurdêstanê de jiyana xwezayî şev mehtav'e, roj eftave. Germayî dermanê dilê jiyan, serma dermanê xweza ye.

Berf bibare derd û kul û êşan derman dike. Şev dem a xeyal û hewnan e. Rojên  ronahî di mehan de, meh di salan de diherike.

Mirov bi kamranî di jiyana bextiyar de  bimeşe, Jiyan gelek xweşe.

Kî bi hiş û bawerîya hovan bifikire dawî ya wan tarî ye, jiyana wan mirarî ye. Bedewîya xweza û jiyan û giyan a tenduristî, bedewîya Xweda û Xezaye.

Ax bı rojê, jiyan a malbat bı jınan ronî dıbe. Roj û cihan, gul û gulîstan, jin û jiyan, dayîk û zarok, roj û eftav, meh û mehtav cûda nabe.

Evîn a azadiyê, bedewî ya dilên mirov e. Eger evîn kenên jiyanê be, kevneperestî û rojên tarî ne bi dome.

Ronahî ya welat azadî ye.

Tarîtî bindestî ye.

Dayîk ên welat germayî ya demsala biharê ye!

Jiyana şarmend fîrdewsa civakê ye.

Mirov jiyana azad de bextîyare.

Bindestî ya sazûmana koledaran û ol û oldaran wek jiyana qebrîstanê tarî ye.

Mirov di vî tarîtiyê de çawa bextîyar dibe?

Îro xwîna me wek newal sor diherike. Maf û dad û mafên mirov, di jiyan û  sazûmana çolê û sazûmana Kemalizm a barbar û talanker de tune.

Xweda tev rastî ya jiyanê de ye. Derew di jiyana mirovatî de cîh nagire. Berjewendîya gel, di wîjdana şarezatî ya hevdemîyê de ye.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.

banner376

banner375