Xweda mîhrîvan û dilovane
Kanî Yado
Di jiyana çolan de ol, wek tırse. Di vî tirsê de batirsok heye. Şîrk batirsok e. Baweriya Kurdan de Xweda ne şîrk e. Xweda mîhrîvan e û dilovan e. Em di despêkan de “bi navê Xwedayê mîhrîvanê dilovîn” dibêjin.
Xwedayê me, ango Xwedayê hemû gelan û erd û ezmanan, ne wek îlahên Ereban batırsok e! Xwedayê me mîhrîvan e û dilovan e.
Baweriyên çolan li ser bingeha derewan ava bûye. Armanca koledaran tirsdayîne. Ew şîrkan, pût û senaman ava dikin û ji boy mirov dikin batirsok bi tirsan gel dikin bin bandora xwe.
Olên çolan wek siyasetên wan bêrûmet in. Di sazûmanên wan de rêgez û zagon hene.
Di serokatî ya hovan de rêgez û zagon bi xwastina serokan çê dibe. Serokên wan batirsok in, gel hemberê wan dilerzin!
Serokên hovan jî wek îlahên hovan bi tirsan gel digirin bin bandora xwe. Îlahên hovan jî batirsokin.
Bi Erebî El İlah navê şirkan û pût û senemanin. Xwedayê me navê xwe ji dayın û zayînê girtiye. Ango, mîhrîvanî û dilovanîya Xwedayê me wek dayîkane. Bedewî ya dayîkan jî ji bedewî ya Xweda ye.
Dayîkan mîhrîvanî û dilovanî ya xwe jî, ji Xwedê girtine. Gelo em çima bi zimanê dayîka xwe napeyvin?
Di herêma ku em dijîn li Kurdîstana Bakûr gelê me bi zimanê hovan xwe nas dike û xwe dide naskirin. Çanda Kurdan gav bi gav wenda dibe û ol û baweriyên me jî bedewî û dewlemendiya xwe wenda dike.
Wenda bûn û xwe wenda kirin çawa çê dibe?
Mirov xwe û gelê xwe piçûk bibîne, ziman û çanda xwe jî piçûk dibîne. Eger ne ûsaye Kurd çima di bazirganiyê de zimani Tirkî kardixînin?
Gelên bindest bin psîkolojiya koletiyê helak dibin û dixwazin bi ziman û ola dagirkeran xwe ava bikin! Ango xwe dikujin û bi nasnameyek biyanî xwe bi rengek neyar ava dikin!
Me di nivîsên xwe de, li ser dîsîplîna psîkolojî, di rewşa azadî û di jiyanek xizanî û nezaniyê de derbarê binbîra kes û kesitî bi zimanê zanyarî hanî ser zimîn. Me bi zimanê dîsîplîna felsefê de jî şîrove kir û mijarên kesitî û civakî bi zimanê zanistî hanî ser zimîn.
Em çima hewceyiya zimanê zanistîne?
Armanca me hemberê koloniyalistan ziman û çand û hemû rûmetên neteweyî biparêzin. Netewe bi ziman û çanda xwe tê naskirin.
Gel bi xwe ne pak be, siyaset û olên wan jî ne pak tê dîtin.
Bin bandora hovan mirov bi hovî perwerde dibe. Kurd bi sed salan bin bandora Ereb û Selçûkî û Osmanî û Tırkan de jiyana xwe derbas kirin. Binbîra her kesî de hovî ya wan tê holê. Pêwîste ku, em xwe bi ol û çand û hemû rûmetên Kurdîstana rengîn xwe pak bikin û birûmet nav neteweyên cîhanê de cîh bigirin.
Eger mirov bi zimanê dayîka xwe biramîne, bi zimanê xwe binivîsîne û xewn û xeyalên xwe bibîne, bi rastî tendurîstiya giyana xwe jî serrast dibe. Çawa giyan û jiyan hevrene, Xweda û Xweza, ziman û zana, dayîn û zayîn
jî ji hevrene.
Em dixwazin jiyana Kurdan, an jî dilovanîyê de şûna wan firdewsa navbera Ferat û Dicleyê de be û kamran be.
خوهدا میهریڤان و دلۆڤانه
کانی یادۆ – ۲۹.۰۳.۲۰۱۵
د ژیانا چۆلان ده ئۆل، وهک تıرسه. د ڤی ترسێ ده باترسۆک ههیه. شیرک باترسۆک ئه. باوهریا کوردان ده خوهدا نه شیرک ئه. خوهدا میهریڤان ئه و دلۆڤان ئه. ئهم د دهسپێکان ده “ب ناڤێ خوهدایێ میهریڤانێ دلۆڤین” دبێژن.
خوهدایێ مه، ئانگۆ خوهدایێ ههموو گهلان و ئهرد و ئهزمانان، نه وهک ئیلاهێن ئهرهبان باتıرسۆک ئه! خوهدایێ مه میهریڤان ئه و دلۆڤان ئه.
باوهریێن چۆلان ل سهر بنگهها دهرهوان ئاڤا بوویه. ئارمانجا کۆلهداران ترسدایینه. ئهو شیرکان، پووت و سهنامان ئاڤا دکن و ژ بۆی مرۆڤ دکن باترسۆک ب ترسان گهل دکن بن باندۆرا خوه.
ئۆلێن چۆلان وهک سیاسهتێن وان بێروومهت ئن. د سازوومانێن وان ده ڕێگهز و زاگۆن ههنه.
د سهرۆکاتی یا هۆڤان ده ڕێگهز و زاگۆن ب خواستنا سهرۆکان چێ دبه. سهرۆکێن وان باترسۆک ئن، گهل ههمبهرێ وان دلهرزن!
سهرۆکێن هۆڤان ژی وهک ئیلاهێن هۆڤان ب ترسان گهل دگرن بن باندۆرا خوه. ئیلاهێن هۆڤان ژی باترسۆکن.
ب ئهرهبی ئهل ئ̇لاه ناڤێ شرکان و پووت و سهنهمانن. خوهدایێ مه ناڤێ خوه ژ دایıن و زایینێ گرتیه. ئانگۆ، میهریڤانی و دلۆڤانییا خوهدایێ مه وهک داییکانه. بهدهوی یا داییکان ژی ژ بهدهوی یا خوهدا یه.
داییکان میهریڤانی و دلۆڤانی یا خوه ژی، ژ خوهدێ گرتنه. گهلۆ ئهم چما بر زمانێ داییکا خوه ناپهیڤن؟
د ههرێما کو ئهم دژین ل کوردیستانا باکوور گهلێ مه ب زمانێ هۆڤان خوه ناس دکه و خوه دده ناسکرن. چاندا کوردان گاڤ ب گاڤ وهندا دبه و ئۆل و باوهریێن مه ژی بهدهوی و دهولهمهندیا خوه وهندا دکه.
وهندا بوون و خوه وهندا کرن چاوا چێ دبه؟
مرۆڤ خوه و گهلێ خوه پچووک ببینه، زمان و چاندا خوه ژی پچووک دبینه. ئهگهر نه ئووسایه کورد چما د بازرگانیێ ده زمان ترکی کاردخینن؟
گهلێن بندهست بن پسیکۆلۆژیا کۆلهتیێ ههلاک دبن و دخوازن ب زمان و ئۆلا داگرکهران خوه ئاڤا بکن! ئانگۆ خوه دکوژن و ب ناسنامهیهک بیانی خوه ب ڕهنگهک نهیار ئاڤا دکن!
مه د نڤیسێن خوه ده، ل سهر دیسیپلینا پسیکۆلۆژی، د ڕهوشا ئازادی و د ژیانهک خزانی و نهزانیێ ده دهربارێ بنبیرا کهس و کهستی ب زمانێ زانیاری هانی سهر زمین. مه ب زمانێ دیسیپلینا فهلسهفێ ده ژی شیرۆڤه کر و مژارێن کهستی و جڤاکی ب زمانێ زانستی هانی سهر زمین.
ئهم چما ههوجهییا زمانێ زانستینه؟
ئارمانجا مه ههمبهرێ کۆلۆنیالستان زمان و چاند و ههموو ڕوومهتێن نهتهوهیی بپارێزن. نهتهوه ب زمان و چاندا خوه تێ ناسکرن.
گهل ب خوه نه پاک به، سیاسهت و ئۆلێن وان ژی نه پاک تێ دیتن.
بن باندۆرا هۆڤان مرۆڤ ب هۆڤی پهروهرده دبه. کورد ب سهد سالان بن باندۆرا ئهرهب و سهلچووکی و ئۆسمانی و تıرکان ده ژیانا خوه دهرباس کرن. بنبیرا ههر کهسی ده هۆڤی یا وان تێ هۆلێ. پێویسته کو، ئهم خوه ب ئۆل و چاند و ههموو ڕوومهتێن کوردیستانا ڕهنگین خوه پاک بکن و بروومهت ناڤ نهتهوهیێن جیهانێ ده جیه بگرن.
ئهگهر مرۆڤ ب زمانێ داییکا خوه برامینه، ب زمانێ خوه بنڤیسینه و خهون و خهیالێن خوه ببینه، ب ڕاستی تهندوریستیا گیانا خوه ژی سهڕاست دبه. چاوا گیان و ژیان ههڤرهنه، خوهدا و خوهزا، زمان و زانا، دایین و زایین
ژی ژ ههڤرهنه.
ئهم دخوازن ژیانا کوردان، ئان ژی دلۆڤانییێ ده شوونا وان فردهوسا ناڤبهرا فهرات و دجلهیێ ده به و کامران به.
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.